26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî 400 milyon dînar wek alîkariya bilez ji tenduristiya Raperîn re şand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wek alîkariyekî bilez ji bo sektora tenduristiya devera Raperîn 400 milyon dînar xerc kirin pejirand.

Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa korona li Raperîn, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21.10.2021ê xerckirina 400 milyon dînar wek alîkariya bilez ji tenduristiya devera Raperîn re pejirand.

Hat zanîn dê 250 milyon dînar bi armanca danîna sîstem û tora oksîjen û gazên bijîşkî yên nexwaşxaneya 100 textî ya Jiyan re bê xerckirin û 150 milyon dînar jî bi armanca dabînkirina pêdiviyên bijîşkî ji bo deverê dê bê xerckirin.

 

Nûçeyên têkildar