25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê Hevpeymanan: DAIŞ hîn jî li Iraq û Sûriyê gefeke rasteqîn e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê John Brennin dike.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhat û guhartinên Iraq û Sûriyê û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, ji bilî amajepêdan bi berdewamiya piştevaniya li hêzên Pêşmerge di şerê li dijî teroristên DAIŞê de, dûpat jî kir ku DAIŞ hîn jî li Iraq û Sûriyê gefeke rasteqîn e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkariya Hevpeymanan kir û tekezî li ser girîngiya hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de kir, bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îradeya Herêma Kurdistanê, ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê li navçeyê. Got jî, aramiya rewşa Iraqê, bandora wê ya erênî li ser ewlehiya navçeyê bi giştî dibe.

Nûçeyên têkildar