Peyama Serok Barzanî ji bo bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretê Muhemed (silavên Xwedê lê be) peyamek belav kir û ragihand: “Pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya salvegera jidayikbûna Pêxemberê mezin, Hezretî Muhemed El-Mustefa (silavên Xwedê lê be) pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.
Ji Xwedayê mezin daxwazkar im ev boneya pîroz bibe sedema kûrkirina giyanê lêborîn, pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî li seranserî Iraq û navçeya me.
Ji Yazdanê mezin dixwazim di vê boneya pîroz de, deriyê xêr, bereket, xweşiyê û aştiyê di rûyê gelê Kurdistanê û gelên navçeyê de vebe û aştî û aramî li cîhan û navçeyê bicîh were.
Mesûd Barzanî
17.10.2021”




