25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî Mewlûd li Misilmanên Kurdistanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di bîranîna jidayikbûna pêşewa û pêxemberê mezin ê Îslamê de Hezretê Muhemmed (Silavên Xwedê li ser bin), germtirîn pîrozbahiyê li hemû Misilmanên li Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê û mirovayetiyê dikim.

Hêvîdar im ev bîranîna pîroz xêr û xweşî û bexteweriyê ji bo tevahiya mirovayetiyê ligel xwe de bîne û bibe handerek ji bo me hemûyan ku ruh û giyanê xweşdiviyê û aştevayî û dilovaniyê li nav xwe û dewruber û me hemûyan de bihêztir bike.

Bila li vê bîranînê de başî û mirovayetî û peyrewkirina peyama aştîxwazane û mirovdostî û mirovperweriya hezretê pêxember me kom bike û em hemû li ser bingeha rênimayî û şîret û bihayên bilind, ji bo pêkvejiyan û lêborînî û ji bo niha û pêşerojeke baştir a mirovayetiyê kar bikin.

Ev bîranîn li hemû aliyek pîroz be û hemû salek bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

17.10.2021

Nûçeyên têkildar