Mîrê Qeterê bo Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin peywendiyên xwe ligel Kurdistanê pêş bixin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşema 17.10.2021 li Dohayê li gel Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed el Sanî civiya û Mîrê Qeterê ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê amadebûna welatê xwe ragihand.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Şêx Temîm bin Hemed el Sanî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Mîrê Qeterê dûpat kir ku welatê wî bi girîngî li peywendiyên li gel Iraqê dinêre û aramî û seqamgiriya Iraqê girîng dibîne.
Temîm bin Hemed el Sanî amadebûna Qeterê ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warên aborî, bazirganî û veberhênanê de derbirî.
Mîrê Qeterê herwiha di civînê de, kêfxweşiya xwe nîşan da ku hilbijartin li Iraqê bi aramî birêve çû û tekezî li ser daxwaza Qeterê ya bi berfirehkirina warên alîkariya hevbeş li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hêviya xwe derbirî ku di hatina xwe ya vê carê bo Iraqê de serdana Herêma Kurdistanê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel amajedana bi rol û karîgeriya Qeterê, xwesta Herêma Kurdistanê ya bo pêşxistina peywendiyên lige Qeterê di hemû waran de derbirî.
Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir, Herêma Kurdistanê amade ye hemû hêsankariyan bo sermayeguzarî û veberhênana Qeterê bike û ji bo vê yekê jî yasaya veberhênanê ya li Herêma Kurdistanê wek alîkar û hander nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê wek faktera aramî û seqamgiriyê li Iraq û navçeyê dimîne û li ser hilbijartinên parlamentoya Iraqê jî hêviya xwe derbirî ku hikûmetek bê avakirin, jiyan, guzaran û xizmetguzariyên baştir ji bo hemû pêkhateyên Iraqê dabîn bike.
Herdu aliyan rewş û pêşhatên li navçeyê bi giştî gotûbêj kirin û tekezî li ser girîngiya alîkariya hevbeş a ji bo parastina aramî û seqamgiriyê kirin.




