Serok Barzanî û Xemîs Xencer qonaxa piştî hilbijartinan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Azm kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan qonaxa piştî hilbijartinan gotûbêj kirin.
Îro Yekşema 17.10.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer Seroevpeymaniya Ezm kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û çawayiya birêveçûna hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê guftûgo kirin û ronahî xistin li ser qonaxa piştî hilbijartinan û herdu aliyan hêvî xwestin ku encamên hilbijartinê bibe sedema pêkanîna aramiyê û rasterêbûna proseya siyasî ya Iraqê.




