Partriyarkê Dêra Aşûriyan spasiya Mesrûr Barzanî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiya 16ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Partriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî Patriyark Mar Awa yê Sêyem û şanda ligel wî kir.
Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî cardin pîrozbahiya destbikarbûnê li Partriyark Mar Awa yê Sêyem kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re cardin anî ziman ji bo pêşvebirina zêdetir a kultura lêborînê û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê.
Partriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî spasiya piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û diyar kir ku cihê kêfxweşiyê ye ku Kurdistan melbenda pêkvejiyan û azadiya olî û tebayî ya navbera pêkhateyan e û divê peyama hemû olan, belavkirina aştî û xoşewîstiyê be.
Herwiha rewşa giştî ya mesîhiyên li Iraq û Sûriyê, mijareke din a gotûbêja hevdîtinê bû.




