Polîtbîroya PDKê spasiya xelkê Kerkûk û Şingal û Mexmûr û Zûmmar kir
__2021_10_14_h16m19s33__ER__2021_10_15_h16m27s59__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Polîtbîroya PDKê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşema 14.10.2021 civiya, ku ew civîn taybet bû bi qonaxa bidawîhatina proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê.
Di destpêka civînê de pîrozbahî li xelkê Kurdistanê bi giştî hat kirin, ku şêweyekî şaristanî û bi aştî û demokrasî di hilbijartinê de beşdar bûn. Herwiha xelkê Kurdistanê dengê xwe dan parêzerên berjewendiyên bilind ên netewî û niştimanî. Dengê xwe dan wî aliyê ku herdem xwemxwarê mafên wan e û herdem destkeftên wan diparêze. Lewma PDK pêngavên werin dinirxîne ku bi awayekî be xizmeta xelkê Iraq û Kurdistanê bike.
Polîtbîroya PDKê spasiya endam alîgirên PDKê û xelkê xweragir ên Kerkûk û Şingal û Xaneqîn û Mexmûr û Zûmmar û Deşta Neynewa û tevahiya xelkê navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 kir, ku piştevaniyeke mezin dan PDK û dengê xwe jî dan berbijêrên PDK.
Hevalên têkoşer û welatiyên birêz..
Iraq di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û bi baweriya me rêveberiya Iraqê pêwîstiya wê bi rêxistineke moderin heye, ku ew rêveberî di ast û daxwazên hemû pêkhateyan de be û pirsgirêk çareser bibin. Pirsgirêk li gorî destûr çareser bibin, ku ev yek aramî û aştiya civakî li pey xwe tîne, nexasim di cîbicîkirina madeya 140 de û di çareserkirina hemû pirsgirêkên din ên di navbera Hewlêr û Bexda de. Ji bo ku ev yek jî pêk were divê em li Kurdistanê yekrêz bin û lihev bin û bihevre kar bikin. Parastina berjewendiyên bilind ên netewî û niştimanî erkê me hemûyan e.




