25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û nûnera Neteweyên Yekbûyî li ser hilbijartinan axivîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 14ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de li ser geşedanên herî dawî yên li Iraqê û proseya hilbijartinan a Parlamentoya Iraqê gotûbêj hat kirin û rola çavdêriya navdewletî û Neteweyên Yekbûyî di piştevanîkirina û serxistina proseya hilbijartinan de hat nirxandin.

Herdu aliyan xwazyar bûn ku hikûmeta were ya Iraqê hikûmeteke giştgîr be û bêyî ciyawazî, xizmeta hemû pêkhate û welatiyên Iraqê bike.

Nûçeyên têkildar