26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Kêfxweş im ku dengdana taybet bi rengekî serkeftî derbas bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber beşdarbûna dengdana taybet, spasiya hêzên ewlehiyê û awareyan kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez kêfxweş im ku dengdana taybet a ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî serkeftî bi dawî bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Ez spasî û destxweşî li beşdariya berfireh a Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û xwişk û birayên me yên aware dikim.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe anî ziman ku dengdana giştî jî bi awayekî serkeftî û bêyî pirsgirêk birêve biçe.


 

Nûçeyên têkildar