26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

DBK alîkariya Başûr ji bo Rojava li Serêkaniyê belav kir

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Li Serêkaniyê Komîteya Alîkariyê ya Desteya Bilind a Kurd (DBK) alîkariyên ji gelê Başûrê Kurdistanê hatibûn Rojavayê Kurdistanê, li gel belav kirin.

 

Li gor ajansa Firatnews li bajarê Rojavayê Kurdistanê Serêkaniyê, Komîteya Alîkariyê ya DBK'ê alîkariyên ji gelê Başûrê Kurdistanê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hatibû şandin, li gel belav kir. Komîteya Alîkariyê  ya DBK'ê alîkarî li 14 navendên bajêr belav kirin, ji wan navendan li hemû şêniyên bajêr hat belav kirin.

 

Belav kirin li gorî nasnameya malbatan pêk hat. Endamên komîteyê ya DBK'ê diyar kirin ku alîkariyên ku hatin dayîn, ji bo her malbatekê 5 kg birinc, 2 torbe ava bacana, kîsek makerne, 2 torbe zêt û 3 cil belav kirin.

Tevî van alîkariyên ku li Serêkaniyê hatin belav kirin, ev cara duyemîn e komîteya alîkariyê ya DBK'ê alîkariyan li gelê Serêkaniyê belav dike.

Nûçeyên têkildar