Mesrûr Barzanî pêşwazî li daxuyaniya hevbeş a 12 welatan li ser hilbijartinên Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li daxuyaniya hevbeş a 12 welatên cîhanê kir derarê hilbijartinên Iraqê.
Îro wezîrên derve yên 12 welatên cîhanê daxuyaniyek hevbeş li ser hilbijartinên 10 vê mehê yên Iraqê belav kirin û piştevaniya xwe bo hilbijartinên pak û şefaf nîşan dan.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî li ser wê daxuyaniyekê peyamek belav kir û ragihand, ew pêşwazî li wê daxuyaniya hevbeş dikin bi taybet şandina çavdêran bi rêya UNAMI û Yekitiya Ewropa.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de gotiye, hikûmeta Kurdistanê soz dide dê azadiya geriyan û hatinçûna tîma çavdêrên navdewletî dabîn bike û wan teşwîq bike li deverên cuda yên Iraqê çavdêriya hilbijartinan bikin, li deverên nakokîdar jî.
Serokê hikûmeta Kurdistanê daye xuyakirin jî, divê kandîd bê tirs û dûr ji tundiyê bikarin bi azadane xebatên xwe yên hilbijartinan bikin da ku hilbijartinek pak û demokratîk pêk were.




