Mesrûr Barzanî Cejna Cemayê li Kurdên Êzîdî pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Êzîdiyên Kurdistan û cîhanê kir.
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Bi helkefta cejna Cemayê, ez pîrozbahiyên germ ên xwe pêşkeşî xwişk û birayên Êzîdî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim, nemaze Mîr û Babe Şêx û Civata Ruhanî, hêvîdar im rojên cejnê bi xêr û xweşî û tenahî biborînin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê xûşk û birayên Êzîdî piştrast dike ku weke her dem dê piştevana rasteqîne ya mafên rewa yên Êzîdiyan be û tevaya şiyanên xwe dê bikar bîne ji bo xizmetkirina pitir a Êzîdiyan û asayîkirina rewşa Şingalê û avedankirana wê û zivirîna awareyan bo ser cih û warê wan bi hevkariya hikûmeta federal û civaka navdewletî.
Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be. Her di xweşî û aramiyê de bijîn.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”




