Serok Barzanî cejna Cemayê li kurdên êzîdî pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Cemayê ya Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Cemayê ya xwişk û birayên Êzdî pîrozbahiyê li Mîrê Êzdiyan û Baba Şêx û Encûmena Ruhanî ya Ola Êzdî û hemû xwişk û birayên Êzdî yên Kurdistanê û hemû cîhanê dikim.
Di salên derbasbûyî de xwişk û birayên Êzdî bi egerê zulm û tawanên terorîstan û nehezên gelê me tûşî êş û azareka mezin bûn.
Li vir dûpat dikim ku bi hemû şiyanan piştevaniya daxwazên xwişk û birayên Êzdî dikim û pêdivî ye ew hemû asteng û hokar nemînin ku rêgir in li ber asayîbûna jiyana Êzdiyan, bi taybetî li devera Şingalê. Divê xwişk û birayên Êzdî bikarin birînên xwe derman bikin û azadane biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Her bi vê helkeftê tekeziyê li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyana li Kurdistanê dikim û hêvîdar im xwişk û birayên me yên Êzdî cejn û helkeftên xwe bi aramî û dilxweşî bikin.
Cejna we pîroz û bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
06.10.2021”




