Mesrûr Barzanî: Enkawe dibe qeza

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Duşema 04.10.2021ê di merasîmekê de li Enkawe axivî û da zanîn bajarokê Enkawe dibe qeza û ev jî berpirsiyaretiya zêdetir dixe ser berpirsên vê navçeyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha got: Gelekî kêfxweş im ku careke din bi hatim serdana Enkaweyê dikim ku niha bûye navendekî girîng ji bo pêkvejiyana ayînî û komelayetî û cihê aştiyê û bû navendek ji bo wan xuşk û birayên me yên mesîhî ku ji ber her sedemekê ji cih herêmên xwe yên din ê Iraqê nikarîne bimînin û hatine vir û li vir niştecî bûn.
Bajarokê Enkawe yek ji wan bajarokan e ku em dibinin roj bi roj pêşweçûna zêdetir lê pêk tê û mezintir dibe. Em jî bi navê hikûmetê hatine vir û ji we re radigîhînin ku cenabê wezîr û parêzgar û encûmena parêzgeha Hewlêr erkdar dikin ji bo nahyeya Enkawe bibe bi qeza heta ku piştre bikaribin xizmeta zêdetir a niştecihên vê navçeyê bikin.
Hêvî dikim hûn hemû serkeftî bin, ya ku ji destê me jî bê em ê alîkariya we bikin. Lêbelê bêguman em berpirsyarêtiya zêdetir dixe ser berpirsên navçeyê ku ji hemû aliyekî ve hewla xizmetkirina şêniyên vê navçeyê û Hewlêrê bi giştî û hemû Kurdistanê bidin




