26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Berpirsa Yekîtiya Ewropayê li Kurdistanê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Berpirsa Ofîsa Yekîtiya Ewropayê (YE) li Herêma Kurdistanê Marie Paret kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Berpirsa Ofîsa Yekîtiya Ewropa kir û hêviya serkeftinê di erkê de jê re xwast.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemecurkirina jêderên dahatêm avakirina jêrxaneyeke bihêz a abûriyê kir ji bo karkirin ji bo xizmetkirina zêdetir a welatiyan û encamdana projeyên girîng û stratejîk li seranserî navçeyên Herêma Kurdistanê bê cudahî.

Berpirsa Ofîsa Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê amadehiya Yekîtiya Ewropa ji bo hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşxistina pêwendiyan nîşan da.

Hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, mîkanîzma çavdêrîkirina proseya hilbijartinên û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de, mijarên din ên gufûgoyan bûn.

 

Nûçeyên têkildar