25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Şerê siyasî bi xelkê Şingalê nekin û birînên wan kûrtir nekin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “rewşa neyasayî û neasayî li ber avedankirina Şingalê rêgir e” û tekez dike, “Nabe xelkê Şingalê wek keresteyek di milmilaneyên siyasî de bên bikaranîn. Şerê siyasî bi xelkê Şingalê nekin û birînê wan kûrtir nekin.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro li Duhokê di merasîma bangeşeya hilbijartinê ya PDKê de gotarek pêşkêş kir û beşeke zêde ya gotara xwe bo rewşa Kurdên Êzidî û Şingalê veqetand.

Serokê Herêma Kurdistanê got, “Dîdara min a îro li gel we hêjayan li sînorê Şingal û Mûsilê ji bo min gelek taybet e... ji ber ku hûn nûnertiya devereke gelek rengîn a pêkvejiyana ayînî û netewî dikin.”

Nêçîrvan Barzanî behsa wê kir ku parêzgeha Neynewa ji aliyê netewî û ayînî ve pirreng e û got, “Kurd, Ereb, Şebek, Aşûrî, Suryan, Kildan, Tirkmen, Misilman, Êzdî, Kakeyî, Sunne û Şîe li vê herêmê hene û bi hev re dijîn, ev tabloya ciwanî û rengîniya pêkvejiyanê ye li Kurdistanê, li PDK û we pîroz be. Ev dewlemendiyeke gelek mezin û behadar e, cihê şanazî, rêz û pêzanîna me û cîhanê ye.”

Cîgirê Serokê PDKê li ser rewşa Kurdên Êzdî yên di destê DAIŞê de tekez kir ku ew berdewam li gel Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî di peywendiyê de ne û kar dikin bo rizgarkirina wan “xwîşk û birayên Êzdî” ku di destê DAIŞê de mane û got jî, “Di dîrokê de ji me hemûyan zêdetir zilm li Êzdiyan hatiye kirin. Rizgarkirina hemû Êzdiyên revandî xemeke mezin a me ye.”

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku Komkujiya Şingalê, kesûkarên Êzdiyan yê nehatine rizgarkirin û avedaniya wan navçeyan berdewam beşek ji wan mijaran e ku li gel serkirdeyên cîhanê gotûbêjê li ser dikin û tekez kir, “Em berdewam kar dikin ji bo rizgarkirina wan xwîşk û birayên Êzidî yên di destê DAIŞê de mane.”

Nêçîrvan Barzanî behsa bîreweriya xwe û Serok Mesûd Barzanî kir di dema şerê rizgarkirina Şingalê de û got, piştî ku Şingal hate azadkirin Serok Barzanî, yekem kes telefona wî kir û got “Elhemdula li ser destê pêşmergeyan Şingal hat azadkirin” û got jî, “Pêşmergeyên egîd di nav Êzdiyan de rabûne. Nabe xelkê Şingalê wek keresteyek di milmilaneyên siyasî de bên bikaranîn.”

Nêçîrvan Barzanî herweha da xuyakirin ku rewşa niha ya Şingalê bo wan xemeke mezin e û rewşa neyasayî û neasayî rêgir e li ber avedankirina Şingalê û got, ew dixwazin piştî hilbijartinan rewşa Şingalê were asayîkirin û çareseriyek bê dîtin ku “bi dilê xwîşk û birayên Êzidî û hemû wan pêkhateyan bin ku li Şingal dijîn.”

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku nabe xelkê Şingalê bibe mijara hevrikiyên siyasî, weke ya niha “em dibînin ji ber hin karên ne asayî û ne durist, bi cîhanîkirina dosyeya Şingalê hatiye rawestandin, rewşa neasayî ya Şingalê bûye sedem ku komelgeha navdewletî û Kurdistan û Iraq nikarin hevkariya Şingalê bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Em dixwazin wan hilbijartina bikin derfetek bo çareserkirina kêşeya Şingalê da ku hikûmeta Kurdistanê û Iraqê û welatên cîhanê bikarin alîkariya Şingalê bikin.”

Di dewama gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê got, “Divê maddeya 140 a destûrê bê cîbicîkirin û xelk vegere ser warên xwe. Erkê me ye em Şingalê ji vê rewşa neyasayî û neasayî rizgar bikin.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokata Kurdistanê got jî, “Eger PDK li Bexdayê bihêz be, navçeyên maddeya 140 dê geş, avedan û parastî bin.”

Nûçeyên têkildar