26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî, tebayî û biratiyê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di çaremîn salvegera koça dawî ya Mam Celal de ragihand, “Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî, tebayî û biratiyê bû ku kilîla serkeftina me ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya çaremîn salvegera koça dawî ya Mam Celal, peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Îro di biranîna koça Serok Mam Celal de bi rêzdarî xebat û têkoşîna wî ya bo pêkanîna mafên gelên Iraqê û gelê Kurdistanê bi taybetî bibîr dixin. Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî, tebayî û biratiyê bû ku kilîla serkeftinê ye. Yada we bixêr û giyanê we şad.”

 

Nûçeyên têkildar