26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Mîr û Babe Şêxê Êzdiyan kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Cotmeha 2021ê, pêşwazî li Mîrê Êzdiyan Mîr Hzim Tehsîn Beg û Babe Şêxê Êzdiyan Şêx Elî Şêx Îlyas kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabandbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xizmetkirina zêdetir a Êzdiyan dubare kir ku wek her dem piştevan û berevanîkara bihêz a mafên wan dibe. Tekez kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewlekê dide ji bo bi hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Federalî û civaka navdewletî, Şingal bê avedankirin û koçber bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe.

Mîr û Babe Şêxê Êzdiyan ji bilî amajedana bi girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa navçeyê, spasiya Serokê Hikûmetê kirin ji bo dayîna razemendiyê li ser komek projeyên xizmetguzariyê ji navçeyên wan re, ji wan jî, di çarçoveya guhartinên îdarî yên li sînorê parêzgeha Duhokê de her komelgeh Xankê û Şarya bûn nahiye.

 

Nûçeyên têkildar