Serok Barzanî: Roja ku Barzaniyê nemir li dergehê Kirêmlênê day, ew roja destpêkê bû ji bo vekirina dergehê moskoyê bi rûyê neteweya kurdve

Di kivanê seredana Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo welatê Rusya, pişka kurdî li radîwa dihngê Rusiya hevpeyvînek li gel sazkir û têda serokê herêmê amaje da ku niha danûstandin dinavbera herêmê û Bexda hene û piştî ji seredana xwe bo Rusya dizivire herêma Kurdistanê, dê ew danûstandine di berdewam bin û herçende li peymana hewlêrê li sala 2010 rêkeftinek hatibû kirin li dor kêşeya herêmê û Bexda, lê pêgîrî pê nehate kirin û vê carê heke her biriyar û peymanek bihête murikirin, divêt pêgîrî pê bihête kirin û demek jî bo bihête destnîşankirin.
Dengê Rusiya: Cenabê serok, berî 60 salan Barzaniyê nemir, Mistefa Barzanî, li dergehê kiremlîna muskwyê da û gut eve dengê neteweya kurd e, evro hûn bi awayekê fermî weku serokê herêma Kurdistanê seredana Rusiyayê dikin, gelu di stiratîjiyeta Kurdistanê da, peywendî li gel Rusiyayê çi cihî digire?
Serokê herêma Kurdistanê: Wê roja ku Barzaniyê nemir li dergehê Kirêmlênê day, ew roja destpêkê bû ji bo vekirina dergehê kirêmlênê û moskoyê bi rûyê neteweya kurdive, evro eve jî dirêjepêdana wê xebat û wê têkoşînêye, bêguman hemû deman peywendiyên milletê kurd û milletên Rusiyayê hebûne û ev peywendî ye gelek di kevin in û heta demê qeyserê Rusiyayê ev peywendî ye di berdewam bûn û em hêvîdarîn ji bo paşerojê ev peywendî ye ber bi pêşitir biçin û di berjewendiya herdû aliyan dabe.
Dengê Rusiya: Cenabê serok, bêguman ji bilî peywendiyên du alî, ji bilî rewşa herêma Kurdistanê ya siyasî û rewşa Îraqê ya siyasî, gelek babetên navneteweyî jî hûn dê li gel berpirsên siyasî yên Rusiyayê ra giftûgo bikin bi taybetî jî qeyirana suriyayê, gelo hûn dixwazin çi peyamek bi navê kurdên Sûriyayê bigehînin berpirsiyarên Rusiyayê û hûn hîviya çi helwestekî ji wan dikin ji bo Kurdistana rojava?
Serokê herêma Kurdistanê: Bêguman em dê bîr û boçûnên xwe alugur kin li gel serkirdayetiya Rusiyayê derbarey hemû babetan û bêguman yek ji wan babetan jî pirsa suriyayê ye, lê peyameka diyarikirî ji bo kurdên suriyayê nîne, lê bêguman em dê aluguriya bîr û bawerên xwe kin û ewa me divêt ewe ku milletê suriyayê biriyara çarenivîsê xwe bide û êdî ev xwîn nehête rêtin û bila milletê kurd jî bi mafên xwe şad bibe, neku bê maf bimîne weku berî niha.
Dengê Rusiyayê: Pirsek li ser rewşa Îraqê me heye, li 2010 hewe destpêşxeriyek kir û îraq ji qeyiraneka pir dijwar da rizgarikir, evro ew rewş dûbare dibe bi rengekê dijwartir, di navbera herêma Kurdistanê û desthelata Îraqê da derbarey madeya 140 û deverên dervey herêma Kurdistanê û yên din, evro dema hûn dûbare destpêşxeriyeka nû dirust bikin, gelo dê mafê kurdan yên weku madeya 140 û pêşimerge, nefit û gaz ku bi lez bihête çareserkirin, hûn dê bi çi reng û çi mîkanîzim ji bo wê dibînin?
Serokê herêma Kurdistanê: Niha danûstandinên berdewam dikin, hêzên Kurdistanî û hêzên îraqî jî, demê ku ez ji vêrê vegerm jî dîsa dê danûstandinên me li gel wan berdewam bin û em dê sehkeynê ka çi di şiyandaye bihête kirin, helbet her tiştekê nû bihête kirin û her pênigaveka dihête havêtin divêt hem kêşeya herêmê li gel Bexda û hem jî kêşeya Îraqê bi awayekê giştî bihête çareserkirin, herçende li peymana hewlêrê ya sala 2010 rêkeftin li ser van babetan hemûyan hatibû kirin, lê pêgîrî bi bicihînana wê nahite kirin, lê vê carê heke her biriyar û peymanek bihête wergirtin, divêt pêgîriyeka timam pê bihête kirin.
Dengê Rusiya: Gelo hûn ji bo bicihînana wan demekî destnîşan bikin.
Serokê herêma Kurdistanê: Helbet yek ji wan xalan jî ewe ku divêt dem bihête destnîşan kirin.
Dengê Rusiya: Cenabê serok, evro herêma Kurdistanê di Îraqê da çi hêzekê nêzîkî xwe dibîne ku li gel da hevpeymaniyekê dirost bike? Bi taybetî ku piştî hindek hijiyan bi hevpeymaniyeka kurd û şiy kefitî?
Serokê herêma Kurdistanê: Hevpeymaniya me li gel gelek hêzan ya hey, li gel sûneyan heye û li gel şiyeyan jî heye, raste dibe hindek kêşe û pirsgirîk hebin, lê tinê li gel aliyekê şiy heye, neku li gel hemû şiyeyan, ji ber hindê hevpeymaniya me ya berdewame û dibe li pênigavên pêş da ew şasiyên ku dirostbûne jî nemînin.
Dengê Rusiya: Projeya nîştmaniya kurdî ji bo dewleteka kurdî ji hişa çi kurdekî da neçûye, evro herêma Kurdistanê navende ji bo hemû fikir û hizra neteweyî, li hevdîtinên xwe yên navidewletî da, gelo hûn vê pirsê ya derbarey çareserkirina pirsa kurd li Turkiya, suriya û îranê, hûn bi çi rengî berpêş dikin, bi rengê projeya neteweyiya demdirêj, yan her parçeyek li gor bar û mercên xo?
Serokê herêma Kurdistanê: Her parçeyek li gor rewş û mercên xwe, ji ber ku her parçeyekê taybetiya xwe heye, pirsgirîkên xwe yên cuda hene, anku ne merce pirsên wê li gel parçeyên din bin.
Dengê Rusiya: Evro ew pênigava hikûmeta Turkiyayê di havêje û danûstandinê li gel Ebdulla uç alan dike, ji bo çareserkirina pirsa kurdî, nêrîna hewe di vê derbarê da çî ye?
Serokê herêma Kurdistanê: Em piştevaniyê lê dikin û em bi pênigaveka rast û dirust dibînîn, ji bo piştevaniyê her çi ji destê me bihêt, em di amadene bikin.
Dengê Rusiya: Cenabê serok, ne hevdem bû ku yekem çalakiya we li Rusiyayê vekirina vê yadgariya nemir Mela Mustefa Barzanî bû, hejmareka mezin ya gelê kurd li vêderê jî dijît û hindek caran gile û gazindeyan dikin, dibêjin em bê xwedanin, bi rastî jî zimanê xwe jî berze dikin, bo çî hikûmeta herêma Kurdistanê piştgîriya kultûrî ya kurdên Rusiyayê nake, weku danana navendeka kelitûrî ku cejn û dabunerîtên wan bihêne vejandin, projeyek heye ku hikûmeta herêma Kurdistanê piştgîriya kultûrê kurdên Rusiyayê bike?
Serokê herêma Kurdistanê: Helbet divêt bihête nirxandin, ka çi pêdivî ye bihête kirin û çi di şiyan de ye û çawa bikin, ka kurd bi xwe dê çawa xwe rêk êxin, kî dê nûneratiya wan ket, em dê li gel kê alî bîn, em neşên yek bi yek diyar bikin, ji ber hindê heke tiştekî wesa bibe, me gelek pê xweşe piştevaniyê bikin




