26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka: Peywendiya me ligel Iraq û Kurdistanê dostane ye û hevbeşiyeke stratejîk a demdirêj e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji Serokê Herêma Kurdistanê re tekez kir ku Amerîka dikare di warên asayiş, enerjî, aborî, kultûrî û perwerdê de hevkar û hevbeşa Herêma Kurdistanê be û got, Amerîka dê berdewam be li ser piştgiriya bo çaksaziyên li Wezareta Pêşmerge.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 30/09/2021, pêşwazî li Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Iraq û Îranê Jennifer Gavito û şanda li gel kir.

Di civînê de, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên li gel Amerîkayê hatin gotûbêjkirin û Jennifer Gavito dûpat kir ku Amerîka bi girîngî li Iraqê dinêre û peywendiya Amerîkayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyeke dostane ye û hevbeşiyeke stratejîk a demdirêj e ku çendîn waran li xwe digire.

Jennifer Gavito, di civînê de behsa wê kir ku seqamgiriya Iraqê ji bo parastina seqamgiriya navçeyê girîng û pêwîst e û herdu alî hevnêrîn bûn ku ev serdan bo nîşandana girîngiya Amerîkayê ya bi Iraq û Herêma Kurdistanê girîng û di dema xwe de ye.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Iraq û Îranê di civînê de, pabendiya Amerîkayê ya bi berdewamiya piştgiriya bo çaksaziyên li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina hêzan dûpat kir û amaje bi wê kir ku Amerîka di warên din ên wek asayiş, enerjî, aborî, kultûrî û perwerdê de jî dikare hevkar û hevbeşa Herêma Kurdistanê be.

Jennifer Gavito ku serdana Kela Hewlêrê kiriye û proseya nûjenkirina wê dîtiye, tekezî li ser wê jî kir, ew dê veberhênana Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê han bidin, bi taybetî bi rêya dezgeha DFC ya Amerîkî, ku piştgiriya darayî dide projeyên weberhênanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Jennifer Gavito kir bo destbikarkirina wê di postê nû de û spasiya berdewamiya piştgiriya Amerîkayê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya bo pêşxistina peywendiyên li gel Amerîkayê û berfirehkirina warên hevkariya di navbera aliyan de kir. Nêçîrvan Barzanî amaje bi derfetên zêdetir ên kar, sermayeguzarî û veberhênana Amerîkayê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Li ser hilbijartina parlamentoya Iraqê jî ku biryar e, 10ê Cotmeha îsal birêve biçe, herdu aliyan behsa hilbijartin û amadekariyan kir û tekezî li ser girîngiya birêveçûneke serkeftî ya hilbijartinê kirin. Serokê Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê hêviya xwe derbirî ku hilbijartin derfeteke din bide hemû hêz û aliyên Iraqî ji bo bi hevrekarkirin, cîbicîkirina destûr û sîstema federalî.

Diyaloga stratejiya Iraq û Amerîka, pêşhatên siyasiyên dawî û emnî yên Iraqê, gefên li ber welat, metirsiyên terorê, û kirdarên DAIŞ li Iraq û navçeyê, erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û çend pirseke dinên girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bû ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû.

 

Nûçeyên têkildar