26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehmûd Mihemed: PDK li Bexdayê nûneratiya xelkê Kurdistanê dike û mafên wan diparêze

Çavkanî: KDP.info

Şarezûr-KDP.info- Endamê Polîtbîroya PDKê û Berdevkê Polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed di kernevala PDKê de li devera Şarezûr beşdar bû û ragihand, em wek PDK şanaziyê bi dîroka xwe û bi niha jî dikin û 75 sal in ku xelkê Kurdistanê li dora rêbaza Barzanî ne.

Mehmûd Mihemed wiha got: “Endamên PDKê serbilind in bi partiya xwe ya netewî û niştimanî ku bi dirêjahiya dîrokê xebat kiriye ji bo bidestanîna mafên xelkê Kurdistanê yên di bin zilmê de.”

Berdevkê PDKê wiha domand: “Rêbaza Barzanî destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê bidest aniye. Pilanên PDKê rêveberiya baş û avedanî û proje û bilindkirina asta jiyana xelkê Kurdistanê û peydakirina xizmetan e.”

Mehmûd Mihemed wiha got: “PDK dixwaze statyoya Herêma Kurdistanê biparêze û axa Kurdistanê ji perçebûnê biparêze. PDK xwedî nerîneke rast e ji bo jiyan û siyaset û mijarên abûrî û civakî.”

Mehmûd Mihemed wiha domand: “Ev hilbijartin girîng in û berbijêrên PDKê li hemû bazneyan hene. Gerek PDK nûneratiya xelkê Kurdistanê bike li Bexdayê û mafên wan bidest bîne, û ew mafên ku bidest jî hatine biparêze.”

 

Nûçeyên têkildar