26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ragehandinên cîhanê: Kurd bûne ekterê serekî di diyarikirina paşeroja rojihelata navîn de

Çavkanî: KDP.info

Seredana serokê herêma Kurdistanê bo Rusya di çapemeniya cîhanê da cihekî giring girt û rojnameyên Turkiya, emirîka, Rusya, Yonan, Îtaliya û telefzyonên Ewropa Mesûd Barzanî wek ronahiyek li tarîbûna rojihelata navîn binav kirin û diyarikirin ku Barzanî siyaseteka hekîmane li herêmê û cîhanê birêve dibe.


Radyoya dengê Rusiya û telefzyona sikînîws di nûçe û şiroveyên xwe da cihekî giring dane seredana Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û diyarikirin ku serokê kurdan di hevdîtin û kombûnên xwe yên li Rusiyayê piştevaniyeka gelek baş di biyavê siyasî, abûrî û mafên kurdan li sûriyê bi dest xist û aşikirakirin ku berpirsên Rusiya soza wê yekê dane ku di her çareyekî da bo sûriyê kurdan piştguh nexînin.


Rojnameya radîkal ya Turkiya jî diyarikir ku peywendiyên Rusiya û herêma Kurdistana Îraqê kevitine qonaxeka nû û di raportekê da ragehand ku peymanên gelek mezin di biyavê abûrî û bi taybet di biyavê petrol û gazê da hatine îmzakirin û pêşibîniya wê yekê jî kir ku di paşeroja Sûriyê da Rusiya dê daxwazên kurdan li ber çavan bigire.


Rojnameya manfesto ya îtaliya jî di nûçeyekê da li jêr nav nîşana (kurd dixwazin li rojihelata navîn bibine xudan axavtin) behsê kombûna serokê herêma Kurdistanê li gel serokê Rusiya kirî ye û di pişkeka nûçeyê de dibêje bi saya serokatiya Mesûd Barzanî û siyaseta rast ya abûrî û herêmî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, kurd bûne xudan siyaseteka rast û bi hêz û rolê kurdan êdî ne rolê temaşekirinê ye, belku kurd bûne ekterê serekî di diyar kirina paşeroja rojihelata navîn da.


Rojnameya waşngton post jî di raportekê da behsê seredana serokê herêma Kurdistanê bo Rusiya dike û bo xwandevanên xwe diyar dike ku Mesûd Barzanî bûye pireka giring di navbera rojihelat û rojava da û behsê siyaseta aştîxwaz û rast ya abûrî ya serokê herêmê û hikûmeta Kurdistanê dike.


Rojnama opozisiyona yunanê jî di nûçeyeka abûrî de diyar kirî ye ku di rewşeka wesa ku welatê yunan bi ezmûna xwe ya hizar salan di qeyirana abûrî da di fetise, li rojihelata navîn herêma Kurdistana Îraqê ku eve nêzîkî 10 sal in hatî ye avakirin bi pêşkevtinên xwe yên abûrî bûye cihê serinica hemû welatên cîhanê

Nûçeyên têkildar