26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mersûr Barzanî pêşwazî li şanda Yekîtiya Zanayên Îslamî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li serokê Yekitiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşema 29ê Îlona 2021ê pêşwazî li serok û endamên rêveberiya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê kir.

Di civînê de Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê Mela Ebdullah Weysî pesnê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da û piştevaniya zanayên Îslamî ji bo proseya çaksazî û rûbirûbûna gendelî û hewldanên Serokwezîr ji bo derbaskirina qeyranan û baştirkirina jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rola girîng a zanayên îslamî di hişyarkirina civak û pêşvebirina kultura pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de bilind nirxand.

Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî ziman ku zanayên olî di rûbirûbûna hizra tundrew û berevanîkirina maf û destkeftên gelê Kurdistanê û mijarên niştimanî û pêşvebirina peyama lêborînê û xoşewîstiyê di nav civakê de berdewam bin.

 

Nûçeyên têkildar