25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Fransayê: Dostaniya gelê Fransa û gelê Kurdistanê mijareke neguhêr û herdemî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Fransa yê nû li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de balyozê Fransayê tekez kir ku, dostaniya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de mijareke neguhêr û herdemî ye.

Serok Mesûd Barzanî îro Yekşema 26.09.2021 pêşwazî li Balyozê Fransa yê nû li Iraqê Eric Chevallier kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies amade bû, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji balyozê nû yê Fransayê li Iraqê xwast û ji bilî amajepêdana bi serdana serok Macron bo Herêma Kurdistanê, tekezî li ser pêwendiyên dîrokî û dostane yên gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir.

Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Fransayê tekez kir, dostaniya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de babeteke neguhêr û herdemî ye.

Di berdewamiya hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser hilbijartinên meha Cotmeha bê ya Encûmena Nûneran a Iraqê û herdu aliyan hêvî xwast encamên hilbijartinan bibe sedema aramiyê û guhartinên erênî û di berjewendiyên welatiyên Iraqê de bin.

Rewşa Şingalê mijareke din a wê hevdîtinê bû û tekezî li ser pêwîstiya asayîbûna rewşa Şingalê û vegera xelkê Şingalê ji bo nevçeyên xwe hat kirin.

Nûçeyên têkildar