Nêçîrvan Barzanî: Rêya bazara mezin ji bo bazirganiya Tirkiyê di Herêma Kurdistanê re derbas dibe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê civiyan û di wê hevdîtinê deSerok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku derfetên sermayeguzarî û hilberîna Tirkî li Herêma Kurdistanê gelek baş û berfireh in û rêya bazara mezin a Iraqê ya ji bo bazirganiya Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê derbas dibe, ji bo wê yekê stratejî û bîrkirina nû ya Tirkiye ya ji bo çawayiya berfirekirina warên bazirganî û çalakiyên aborî û veberhênanê li Herêma Kurdistan û Iraqê pêwîste ku li bazirganiyeke zêdetir, giraniyê bêxe ser veberhênanê.
Di civîna ku îro Yekşema 26.09.2021 li Hewlêrê birêve çû, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mihemed Muş Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê tekezî li ser xwesta pêşxistina bi peywendiyên bazirganî û abûrî yên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Tirkiyê kir û herdû alî hevnerîn bûn ku pêwîst e hemû giriftên li ber berfirehkirina warên bazirganî û abûrî yên di navbera herdu aliyan de, bêne çareserkirin.
Nêçîrvan Barzanî peywendiyên abûrî û bazirganî yên Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê bi girîng û stratejî binav kir û yasaya veberhênanê li Herêma Kurdistanê bi yasayeke dostane da zanîn ku hana sermayeguzariya biyanî dide, herwiha amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyeke pêwîst a ji bo sermayeguzarî û bazirganiya Tirkiye ligel Herêma Kurdistan û Iraqê nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Bazirganiya Tirkiye xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên bazirganî û berfirehkirina çalakiyên abûrî yên li Herêma Kurdistanê dûpat kir û balkişand ser çend mînakeke serkeftî ya hilberîn û sermayeguzariya Tirkî li welatên navçeyê kir ku bi heman awayî li Herêma Kurdistanê bê dûbarekirin, ji wê jî ber bi hemû navçeyên dinê Iraqê bê berfirehkirin.
Di civînê de ku hejmarek ji wezîr û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Balyozê Tirkiye û şandeke Tirkî amade bûn, bandorên Korona li ser bazirganî û çalakiyên abûrî, rêjeya bazirganî û hawirdekirina Tirkiye ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, sîstema bankdarî û şandin û veguhestina pereyan, dadgeha bazirganî, geştiyarî û çend pirseke din hatin gotûbêjkirin.




