Serok Barzanî: Referandom serkeftineke mezin û dîrokî bû

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta çaremîn salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir.
Îro çaremîn salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê ye. Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:
“%93 dengên “erê” yên xelkê Kurdistanê di referandomê de serkeftineka mezin û dîrokî bû. Di salvegera wê serkeftina mezin de pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim û destxoşiyê jî Ii wan qehremanan dikim ku xwe neçemandin. Ez çavên wam maç dikim.”




