Serok Barzanî û Eyad Elawî li ser pêşhatên Iraq û navçeyê axivîn

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Elawî kir.
Îro Pêncşema 23.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Eyad Elawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê kir.
Di hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasî yên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê de axivîn. Herwiha behsa hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê ya li 10ê Cotmeha bê û gefên li ber Iraqê di qonaxên pêş de kirin.




