26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Bangladeşê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Bangladeşê kir.

Îro Pêncşema 23.09.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Mihemed Fezil Elbarî Balyozê nû yê Bangladeş li Iraqê û şanda ligel wî de kir.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan pîrozbahiya destbikarbûnê li rêzdar kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest û piştevaniya Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erk û karên wî nîşan da, her wiha tekez li ser ber bi pêşvebirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Bangladeş ya li warên cûda cûda da kir û balkişand li ser çalakbûna destê karê Bangladeşî li Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Bangladeşê silav û rêz û banghêşta Serokê welatê xwe ya ji bo serdana Bangladeşê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir û spasî Herêma Kurdistanê bi xelk û Hikûmetê ve kir ji bo pêşwazî û hevkariya wan ya ligel karkerên Bangladeşî û hêvî kir ji bo pêşvebirina peywendiyên welatê xwe li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de, bi taybetî di warê bazirganiyê de.

Nirxandina hilbijartinên Iraqê, rewşa koçberan li Herêma Kurdistanê û Bangladeş, pêwîstiya vekirina nivîsîngeh yan konsulgeriya Bangladeş li Hewlêrê, aliyeke dinê hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar