Spanya karê vekirina konsulxaneya xwe li Kurdistanê dike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê nû yê Spanya li Iraqê kir û ji ber destbikarbûna wî pîrozbahî lê kir.
Îro Pêncşema 23.09.201ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Spanya li Iraqê Pedro Martinez Avial kir.
Herwaha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber nû destbikarbûna balyozê nû pîrozbahî lê kir û ji bo pêşdebirina peyvendiyên Spanya û Iraq û Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê di erkî wî de jê re xwest.
Balyozê Spanyayê jî amadebûna welatê xwe ya ji bo pêşdebirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybet di warê pêşxistina danûstanên bazirganî û hilberînê û ji bo wê jî amadekarî dikin ku konsulxaneya Spanyayê li Hewlêrê vebikin.




