26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Spanya: Hêvîdar im pêwendiyên me û Kurdistanê pêş bikevin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Spanyayê kir û di wê hevdîtinê de balyozê Spanyayê hêvî kir ku pêwendiyên welatê wî û Kurdistanê di hemû waran de pêş bikevin.

Îro Çarşema 22.09.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Pedro Martineth Balyozê nû yê Spanya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li postê wî yê nû da kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, hemû piştgîriyeke ji bo serxistina erkê wî û xwesta Herêma Kurdistanê jî ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Spanya dûpat kir, her wiha bi kurtî hinek zanyariyên di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê xiste rû.

Birêz Balyozê Spanya hêvî xwest ew bikaribe peywendiyên Spanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li hemû waran de ber bi pêş ve bide bi taybetî jî di warê aborî û bazirganiyê de û dûpat kir ku hana kerta taybet û kompanyayên welatê xwe dide ji bo sermayeguzarî û veberhênanê, herwiha got ku ew matmayî maye ji ber avadanî û pêşketinên Herêma Kurdistanê.

Hilbijartina were ya Iraqê û proseya siyasî ya li welat, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û gef û metirsiyên DAIŞê, mijareke dinê hevdîtinê bûn.

 

Nûçeyên têkildar