26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Hebûna kursiyê patriyark li Hewlêrê bi girîng û watedar e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Patriyarkê Dêra Rojhilatiya Aşûrî kir û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî hebûna kursiyê Patriyark li Hewlêrê bi girîng û watedar û cihê baweriyê da zanîn.

Berî nîvroya îro çarşem 22.09.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Qedasetê Patriyark Mar Awayê sêyem, Patriyarkê Dêra Rojhilatiya Aşûrî li cîhanê kir.

Di civînê de ku şandeke Dêra Rojhilatiya Aşûrî û Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûbarepîrozbahiya li Qedasetê Patriyark ya ji bo destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke ji bo serxistina erkê wan û Dêra wan dûpat kir, her wiha rola Qedaset û Dêr û kesayetî û mamostayên hemû olan li kûrkirina pêkvejiyan û lêborînî û aştevayî û hebûna kursiya Patriyark li Hewlêrê bi girîng û watedar û cihê baweriyê da zanîn.

Ji aliyê xwe ve Qedasetê Patriyark Mar Awayê sêyem, Patriyarkê Dêra Rojhilatiya Aşûrî li cîhanê û şanda li gel, ji bilî xweşhalî û spas û pêzanînên ji bo beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî li rêwresma danîna Qedasetê Patriyark da, pesnê rol û bandora birêz ya li piştgîriya pêkhatan û parastina pêkvejiyan û tebayî ya li Herêma Kurdistanê kir û her du alî tekez li ser nermî û girîngiya aramiyê kir.

Nirxandina karubarên dêrê li Herêma Kurdistan û Iraq û cîhanê û rewşa mesîhî û pêkhatên li Herêma Kurdistan û Iraqê, mijareke dinê civînê bû ku tê de Qedasetê Patriyark spasî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazî û hewandina koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî koçberên Xristiyanan.

 

Nûçeyên têkildar