Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke serbazî ji Amerîka kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 21.09.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya General Kiss Philips Berpirsê Bilindê Serbazî û Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya Emnî ya Amerîkî li Iraqê û şandeke serbazî û dîplomasiya pê re kir.
Di civînê de pêşhatên emnî û serbaziyên dawî yên li Iraqê, rûbirûbûna terorê û tevger û kirdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, rewşa Deşta Nînowa û Şingalê, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge, Artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan û bi armancgirtina hêzên hevpeymanan li Hewlêrê hate gutfûgo kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku têkşikandina DAIŞê, ya ji bo aramiya Iraq û navçeyê girînge û spasî hevkarî û piştgîriya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Herêma Kurdistanê kir, her wiha mikurî û pêgiriya bi çaksaziyên Wezareta Pêşmerge ya ji bo rêkxistina hêzan û girîngiya piştgîriya Amerîka û welatên dinê dost li proseyê de, dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve General Philips behsa guhertina erkê hêzên Amerîka li çarçêweya diyaloga Iraq û Amerîkayê de kir û tekez li ser alîkarî û hemahengiya piştrastbûna ji têkşikandina yek carekiya DAIŞê kirin, her wiha ragihand ku ew bi girîngiyê ve li proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge dinêrin û di vî derbarî de hevkar dibin.
Pêşketinên navçeyê û metirsî û derfet û rewşa Efxanîstan û encamên wê, çend aliyeke dinê civînê bûn ku Konsulê Giştî yê Amerîka jî amade bû.




