Mesrûr Barzanî: Hikûmet bê cudahî xizmeta hemû bajar û deverên Kurdistanê dike

Duhok-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 21ê Îlona 2021ê serdana navçeya Sêmêl a ser bi parêzgeha Duhokê kir.
Di civînê de ligel qeymeqam û rêveberên navçeya Sêmêl, ku Parêzgarê Duhokê jî amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir; armanca serdanê ew e ku ji nêz ve agadarê daxwaz û pêwîstiyên navçeya Sêmêlê be.
Mesrûr Barzanî tekez kir; hikûmet kar dike, da ku bê cudahî xizmeta hemû bajar û bajarok û gund û deverên Kurdistanê bike li gor şiyana darayî ya berdest jî, di cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyan de berdewam e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berpirsên navçeya Sêmêlê erkdar kir ku hemû hewlên xwe bidin ji bo xizmetkirina zêdetir a welatiyên sînorê xwe.




