25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Zanayên îslamî yên Kurdistanê di pirsên niştimanî de xwedî rolek giring bûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber 51emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê de peyamek belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî waha ye:

“Di salvegera 51.mîn a damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê de, pîrozbahiyê li Serok û Dibistana Cîhbicîh kirin û encûmena navendî û hemû mamostayên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê xwedî roleke giring û berçav bûne di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de û berevanîkirina li pirsên niştimanî û herwaha pêşxistina hizra nermbûn û pêkvejiyana aştiyaneya olî Kurdistanê de. Hêvîdar im zanayên olî berdewam bin di têkoşîna hember tundiyê û pêşxistina lêburdeyî û rijdbûna li ser maf û destkeftên gelê Kurdistanê de.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

21.09.2021

Nûçeyên têkildar