Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeya YEyê ya çavdêriya helbijartinên Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18.09.2021ê pêşwazî li Seroka Şandeya Yekîtiya Ewrupa(YE)ya ji bo Çavdêrî kirina Hilbijartina Iraqê Viola von Cramon û şandeya pê re kir.
Di hevdîtinê de, Seroka Şandeya Yekîtiya Ewrupa kurteyek derbarê kar, çalakî û erkên şandeyê pêşkêş kir û diyar kir ku armanca wan çavdêrîkirina proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ye. Tekez kir jî, erkê wan tenê çavdêrîkirin e û ew destêwerdanê di birêveçûna proseya hilbijartinê de nakin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî nirxandina rola girîng a Yekîtiya Ewrupa di çavdêrîkirina hilbijartinan de, hêvî xwast ew prose bi awayekî aram û dadperwerane û dûr ji sextekarî û tundûtûjiyê birêve biçe, bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Amedehiya sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hevahengiyeke pêwîst bi Şandeya Yekîtiya Ewrupa re nîşan da.




