Nêçîrvan Barzanî û Cîhnişînê Ebudabî li ser alziyên navçeyê hevnerîn bûn

Hewlêr-KDP.info- Di roja dawî ya serdana xwe ya Brîtanyayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Londonê ji aliyê birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Cîhnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmarat û Serokê Encumena Raperandina Ebudabî ve, li cihê mayina wî hate pêşwazî kirin.
Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îmarat, rewşa siyasî û hilbijartin û pêşbîniyên ji bo paşeroja Iraqê, serdana her du aliyan ya ji bo Londonê û civîn û guftûgoya wan ya li gel Boris Jhonson Serok Wezîrê Brîtanya, pêşhatên dawî û pêşketinên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn hatin gotêbêjkirin.
Di civînê de herdu aliyan tekezî li ser bihêzkirina dostayetî û peywendiyên li hemû waran de kir û li ser girîngiya pêşxistina bi hewlan û alîkarî û karên hevbeş yên bi navê parastina aramiyê û çareserkirina kêşe û aloziyên navçeyê da hevra bûn û li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.




