Dr. Necmedîn: Tenduristiya serok Talebanî gelek baş bûye û dê vegera welat

Endamê Politburoya YNK`ê Dr. Necmedîn Kerîm ku yekser digel tîma pizîşkî yê serok Talebanî de ye, ragihand ku tenduristiya serok Talebanî gelek baş bûye û pêşketineke bê wêne di rewşa tenduristya wî de çêbûye.
Her weha Dr. Necmedîn Kerîm dide zanîn ku pizîşkên tîma tenduristiya serok Mam Celal aşkire kirin ku ew gelek baş axiftinan dike û dikare karên xwe bi asanî bike.
Dr. Necmedîn Kerîm di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, xuyankirin ku tîma pizîşkî yê serok teqz li ser vegera serok Talebanî kiriye û wê di demeke nêz de vegere welat û dest erkên xwe û fermanên xwe bike




