26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Opozisyona Sûriyê serdana xwe ya Mosko û Waşintonê radiwestînin

Çavkanî: KDP.info

Itîlafa niştimanî ya hêzên opozisyonê ya Sûriyê ragihand ku ew li hemberî bîdengiya navdewletî li beramber kiryarên rêjîma Sûriyê a bikaranîna moşekên Skoda û wêrankirina bajarê Helebê, serdana xwe ya Moskoyê û Waşintonê radiwestînin.


Li gor ajansan Itîlafê di beyannamekê de ku wek nerazîbûnek û bertekek li hemberî bêdengiya hêzên navdewletî beşdariya xwe di kongireya dostên Sûriyê ya Romayê ragirtine û serdana xwe bo Rûsya û Emrîkayê jî sekinandine.


Di beyannameyê de hatiye ku her roj bi sedan sivîl di encama bombardimanên bi moşekên Skoda jiyana xwe ji dest dane û bajarê dîtokî û şaristaniya Helebê hatiye wêran kirin û sedhezaran girtî û birîndar hene û bi milyonan kes jî koçberbûne.


 

Nûçeyên têkildar