Dê Kurd û Tirk li Amedê Guft û Goyê li ser aştiyê bikin

Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê bi beşdariya rewşenbîrên kurd û tirk dê li Amedê komxebata aştiyê li dar bixin. Ji Cengîz Çandar heta Maya Arakon gelek akademîsyen û rojnamevan di civînê de tên ba hev.
Li gor ajansa PNA berdevkê Meclisa Aştiya Tirkiyeyê Dr. Şemsettîn Koç, li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC), derbarê komxebatê de civîneke bi taştê ya çapemeniyê li dar xist. Li gorî agahiyên ku Koç dan, roja yekşemê saet di 9.30’an de dê li Salona Resepsiyonê ya Parka Sumerê komxebateke bi navê “Aştiyeke çawa, ji bo kê aştî û çima aştî” li dar bixin. Rojnamevan û akedemîsyenên weke Cengîz Çandar, Maya Arakon, Celal Başlangiç, Necmiye Alpay, Mete Çubukçu, Alî Bayramoglu, Celalettîn Can, Ahmet Faruk Unsal û Mehmet Bekaroglu jî dê di komxebatê de axaftin bikin. Her wiha ji Amedê jî dê nûnerên hin sazî û dezgehên sivîl û rûsipiyên kurd jî bixaivin û nêrîna xwe ya derbarê aştiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd de bînin zimên. Lê navên rewşenbîr û nûnerên kurd ên ku dê di komxebatê de axaftin bikin dê sibê bêne diyarkirin.
Dr. Şemsettîn Koç, ji PNA’yê re diyar kir ew ji bo piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê vê komxebatê li dar dixin û ew dixwazin di vê komxebatê de daxwazên herdu aliyan jî bi awayeke herî zelal bêne nîqaşkirin. Koç, destnîşan kir bi van komxebatan mirov dikare bingeha aştiyeke mayînde ava bike û ji bo vê yekê pêdivî bi gelek çalakiyên wiha hene.




