26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Baydemîr: Pariyê nanê xwe bi birayên xwe yên Rojava re parve bikin

Çavkanî: KDP.info

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, bi şaredarên BDP’ê re ji bo Rojava banga alîkariyê kir û xwest hemû kurd li her cihên ku şaredarî hene alîkarî berhev bikin. Baydemîr, got divê kurdên Bakur bigihijin hewara Rojava û wiha got: “Werin em bi hev re pariyê nanê xwe bi birayên xwe yên Rojava re parve bikin.”

Di bin banê şaredariyên BDP’ê û saziyên sivîl de, ji bo Rojava alîkariya xwerek, ardû û pêdiviyên mirovîn hate destpêkirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, bi hemû şaredarên navçeyên Amedê û hin nûnerên saziyên sivîl re îro li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Baydemîr, got pêdiviya kurdên Rojava bi alîkariya mirovîn heye û niha gelê Rojava di bin dorpêçkirineke mezin de ye. Baydemîr, got divê hemû kurdên Bakur bigihijin hewara gelê Rojava û wiha axivî: “Gelên Sûriyê demeke dirêj e ji bo ji binê nîr û zordestiya rejîma zordar rizgar bibin û mafên xwe bi dest bixin di nava berxwedaneke mezin de ne. Şerekî navxweyî li vir diqewime û xelkê vê derê birçî û şerpeze ye. Bi taybetî jî li ser gelê me yê binxetê ambargoyeke giran a aborî heye. Divê hemû kes destê xwe yê alîkariyê dirêjî birayên xwe yên Rojava bike. Gelê vê derê vê êşê gelekî baş dizane û vê yekê bi çavên xwe dîtiye. Haydê Amed pariyê nanê xwe bi birayên xwe yên Rojava re parve bikin. Pêdiviya gelê Rojava bi beqliyata zuha, arvan, birinc, rûn, çay, şekir, potên bebekan û pepûla bebekan heye. Kesên ku dixwazin alîkarî bikin bila serî li şaredariyên me bidin.”

Şaredar Baydemîr, destnîşan kir ew ê alîkariyên ku berhev dikin di ser deriyê Nisêbîn-Qamişloyê re bigihînin gelê Rojava û da zanîn wan ji bo kampanyayê hemû destûrên fermî wergirtine. Baydemîr, xwest hemû kes destê xwe zû bigre û di zûtirîn demê de alîkariyê bike.


Hêjayî gotinê ye KCD, Platforma Piştevaniya Kurdên Rojava û gelek sazî û dezgehên sivîl jî piştgiriya vê alîkariyê dikin û di nava alîkariyê de rasterast cih digrin.

Nûçeyên têkildar