Xwepîşandanên dijî Malikî li Îraqê berdewamin

Di berdewamiya xwepîşandanên xelkê Îraqê bi taybetî Suneyên Îraqê yên li dijî Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî de, duhî jî li piraniya Bajar û Bajarokên Îraqê dibin diroşmeya an Îraq anjî Malikî xwepîşandanên girseyî hatin kirin.
Di xwepîşandanên evroyê de welatiyên xwepîşander daxwaz kirin daku, bilez tevahiya daxwazên wan ji aliyê Hikûmetê ve werin cîhbicîhkirin.
Welatiyên xwepîşander gefa vê yekê jî xwarine ku, eger daxwazên wan di demeke nêz de neyên çareserkirin vê demê vê helwesteke din raber bikin




