26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 13ê Îlona 2021ê di pêwendiyeke telefonî de bi boneya hilbijartin û destbikarkirina wî weke Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî, pîrozbahî li Patriyark Mar Awa yê Sêyem kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Mar Awa xwest û pêbendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşvebirina kultura pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cûr bi cûr ên Herêma Kurdistanê car din anî ziman.

Patriyark Mar Awa yê Sêyem spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û pêzanînên xwe ji bo piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo azadiya olî û parastina mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê nîşan da.

 

Nûçeyên têkildar