Brîtanya: Em piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Di hedîtinekê de ligel Sekreterê Polîtbîroya PDKê de, konsulê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.
Îro Duşema 13.09.2021 li navenda Polîtbîroya PDKê, Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li David Hunt Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Hewlêrê û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de Fazil Mîranî pîrozahî li konsulê nû yê Brîtanya kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Mîranî got ku PDK amade ye alîkariya wî bike û pê re di têkeliyê de be ji bo bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanya.
Ji aliyê xwe ve, konsulê Brîtanya piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.
Herdu aliyan di wê civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê û hilbijartina were ya Parlamentoya Iraqê kirin.




