Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Brîtanya kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.
Îro Duşema 13.09.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya David Hunt Konsulê Giştiyê nû yê Brîtanya li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî, ji ber erk û karên wî hêviya serkeftinê ji bo Konsulê nû yê Brîtanya li Hewlêrê xwest û herwiha spasî Brîtanya kir ku di şerê DAIŞê de piştevanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûye.
Her di vê hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Brîtanya tekezî li ser berdewamiya pişteaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û xwazyarê berfirehtirbûna peywendiyan û pêşxistina hevahengiya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê di warên cûr bi cûr de bû.
Hilbijartina Cotmehê ya Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û herdu aliyan hêviya wê yekê xwestin ku hilbijartina were ya Iraqê bibe sedema guhertineke erênî û pêkanîna daxwazên xelkê Iraqê.




