26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî di rêwresma destbikarbûna Partriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî beşdar bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêwresma destbikarbûna Partriyarkê Dêra Rojhilatiya Aşûrî de beşdar bû.

Îro Duşema 13.09.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariya rêwresma ahenga olî ya destbikarbûna qedasetê Partriyark Mar Awayê sêyem, Partriyarkê Dêra Rojhilatiya Aşûrî da kir ku li Dêra Mar Yûxennayê Me’medan li Enkawa birêve çû.

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li qedasetê Partriyark Mar Awayê sêyem, Partriyarkê Dêra Rojhilatiya Aşûrî li cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Qedasetê Partriyark û Dêra Rojhilatiya Aşûrî spasî beşdarî û piştgîriya Serok Nêçîrvan Barzanî kirin, her wiha spasî Serokayetiya Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar kirin ku ji bo wan hemû hevkarî û hêsankariyên ji bo mîhvandarî û serxistina rêwresmê de pêşkêş kirine.

Piştî rêwresmê jî li daxuyaniyeke ji bo rojnamevanan de, Serok Nêçîrvan Barzanî got:

“Îro em hatibûn ji bo pîrozbahîkirina li Partriyarkê nû yê Dêra Aşûrî li cîhanê, me pîrozbahî lê kir. Ji bo me li Herêma Kurdistanê herdem ew pêkvejiyan tabloyekî xweşik e ya wan hemû pêkhateyan ên ku li Herêma Kurdistanê dijîn. Ji bo wê yekî îro em hatine vir û me pîrozbahî li wan kir. Me hêviya serkeftin û temendirêjiyê ji bo wan xwest, bi hêviya xwedê serkeftinê bide”.

Di bersîva pirsiyarek di derbarê peyama wan ya ji bo Xrîstiyanan, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Peyama me ji bo hemû xûşk û birayên me yên Xrîstiyanan ew e Iraq bi awayeke giştî bi wê tabloya pêkvejiyanê xweşik e ku em hemû pêkve li vî welatî dijîn. Hêvîdar im ew li vî welatî bimînin û em hemû pêkve û bi xweşî bikarîn xizmeta welat û pêşketinê, kar bikin”.

 

Nûçeyên têkildar