26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serdana Peymangeha Rojhilatnasiya li Moskowa kir

Çavkanî: KDP.info

Her li çarçêweya serdana xwe ya Moskowa roja pênçşem 21/02/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Peymangeha Rojhilatnasiya Moskowa kir û li wir jî Serok Barzanî li gotarek de bi amadebûna Serokê Peymangehê û hejmarek lêkolîner û kesayetiyên akademî Rusî, behsa komek babetên girîng kir wekî pêvajoya Iraq û Kurdistan û Suriye û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexda, her wiha navçeyê bi giştî û pêwendiya Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê kir.

Paşê ji aliyê amadevanan ve çendîn pirsiyarên di derbarê mijaran pêşkêşî Serok Barzanî kirin û rêzdar bersîv û rûnkirinên pêwîst pêşkêş kir.

Hêjayî gotinêye ku Peymangeha Rojhilatnasiya li Moskowa yek ji beşên taybete bi lêkolîn û xwendina li ser Kurd û hejmarek weşanan li ser Kurd û Kurdistanê belav kirine

Nûçeyên têkildar