Balyozê Siudiye bo Serok Barzanî: Aramiya Herêma Kurdistanê ji bo me gelekî girîng e

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Erebistana Siudiye li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekezî li wê yekê kir ku aramiya Herêma Kurdistanê gelekî ji bo welatê wan girîng e.
Îro Yekşema 12.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Abdulezîz Bin Xalid El Şemerî Balyozê Siudiye li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Siudiye li Iraqê silavên Şah Selman Bin Abdulezîz Paşayê Siudiye û Emîr Mihemed Bin Selman Cîhnişînê Siudiye bi Serok Barzanî gihand û tekez li wê yekê kir ku aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo welatê wan gelek girîngî e. Her wiha Serok Barzanî spasî Şahnişînê Siudiye û Şah Selman kir ku di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de piştevanê gelê Kurdistanê bûn.
Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser dostayetî û peywendiya dîrokî ya di navbera herdu aliyan de û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişînê Siudiye de kirin.
Gefên terorê li ser aramiya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




