Konsulê Brîtaya bo Mesrûr Barzanî: Em piştgîriya aramiya Herêma Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê David Hunt kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Yekşema 12.9.2021 li Hewlêrê pêşwazî li konsulê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bilî pîrozbahiya li destbikarbûna wî, hêvî xwast Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê di erkê xwe de serkeftî be.
Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya jî spasiya hevahengî û hevkariya damûdezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Konsulxaneya Brîtanyayê kir û amadehiya welatê xwe ji bo berfirehkirina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybet di warê weberhênanê de.
Pesnê hewlên Serokê Hikûmetê ên encamdana çaksaziyên kabîneya nehem da, bi taybet çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de. Piştevaniya Şahnişîna Yekgirtî ji bo aramiya Herêma Kurdistanê jî dubare kir.
Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û hilbijartina were ya Encûmena Nûneran a Iraqê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.




