Fazil Mîranî: Hebûna PDK garatî ye ji bo parastina destkeftên Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serok Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û berpirsên din ên PDKê û berbijêrê PDKê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, PDK di salvegera destpêkirina şoreşa Îlonê de, dest bi kampaya xwe ya ji bo hilbijartinan kir.
Di destpêka wê karevalê de, Sekreterê PDKê Fazil Mîranî gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Hebûna PDK garatî ye ji bo parastina destkeftên Kurdistanê. Destkeftên Kurdistanê yên niha ji berhema xebata PDK û Şoreşa Îlonê ye.”
Fazil Mîranê derbarê Şoreşa Îlonê wiha got: “Yên ku di Şoreşa Îlonê de beşdar nebûn, niha poşman in ji ber vê niîmeta ku Şoreşa Îlonê daye. Şoreşa Îlonê bi rêbertiya Barzaniyê Nemir xelkê Kurdistanê xistin bin yek sêberê.”
Mîranî wiha domand: “Serkeftin ji bo wan aliyan e ku berdewam bin û xwe naçemînin. Berbijêrên PDKê jî yên miletekî ne.”




